BI DÎMEN

Li Sheffieldê Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand

Di kongreya li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê de Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand. Di qadên çand, huner, dîplomasî, rêxistinbûn, malbatên şehîdan, ekolojî, werzîş, jin û komaleyan de 9 komun hatin avakirin.

Di kongreya li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê de Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand. Di kongreyê de pêvajoya civaka demokratîk û komunbûnê hate nirxandin û damezrandina 9 komunana hate ragihandin.

Kurdistaniyan li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê, di kongreya çarçoveya xebatên avakirina komuna demokratîk de li hev civiyan. Kongre li avahiya Navenda Civaka Kurd pêk hat û ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Axaftina vekirinê ya kongreyê, li ser navê Komîteya Avakirina Bakur Seyîd Pirsûs kir. Pirsûs bal kişand ser wate û girîngiya kongreyê û pêvajoya nû ya heyî û ji bo hilbijartina dîwanê pêşniyaran wergirt.

Li ser pêşniyaran, Hevserokê Civaka Azad Herîş Huseyîn, Hakan Riha û Hacer Muş bûn dîwanê kongreyê.

‘WÊ KOMUN PIŞTEVANIYA DEMOKRATÎK PÊŞ BIXIN’

Siyasetmedar Kemal Aktaş ku bi rêya înternetê tevlî kongreyê bû, derbarê rojeva siyasî de nirxandinan kir. Aktaş diyar kir ku piştî Peymana Sykes-Picot Kurdan bi salên dirêj parçekirî û di bin zextê de jiyan kirin. Aktaş anî ziman ku paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo deriya serdemekî nû vekir û bal kişand ser avakirina komunana a li ser bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Aktaş got, “Wê ev komun di qadên cuda ên civakê de, piştevaniya demokratîk pêş bixin.”

Herîş Huseyîn ku nirxandina rêxistinî kir, bal kişand ser geşedanên li Rojava. Huseyîn anî ziman ku dirûşmeya “Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke” ruhê yekîtiyê ya serdema nû îfade dike. Huseyîn bilêv kir ku xebatên rêxistinbûnê heta ku bigihîje her Kurdekî wê dewam bike.

9 KOMUN HATIN RAGIHANDIN

Di kongreyê de, di encama ebatên Komîteya Avakirinê û Komîsyona Kongre ya Sheffîeld de damezrandina 9 komunan di qadên çand û huner, dîplomasî, rêxistinbûn, malbatên şehîdan, ekolojî, werzîş, ciwan, jin û komaleyê hatin ragihandin.

Alî Kanîreş û Gulîz Amed ku ji bo hevberdevkiya komunan hatin hilbijartin, diyarkirin ku ew ê erkên xwe bi têgihiştina xebata kolektîf bimeşînin.

Kongre bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” û bi hêviyên serkeftiyê yên dîwanê bi dawî bû.